PeyamaKurd – Rêveberê Giştî yê Şîrketa Kirrûbirra Petrolê ya Iraqê (SOMO) Elî Nîzar ragihand ku peymana di navbera Bexda, Hewler û şîrketên petrolê de derbarê ji nû ve destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de hatiye dirêjkirin.
Nîzar diyar kir ku biryar hatiye dayîn ku peymana heyî were nûkirin.
Nîzar dema ku hûrgiliyên pêvajoyê da, got, "Peymana di navbera aliyan de heta 31ê Adara 2026an hatiye dirêjkirin."