Rojava: 837 Iraqî ji Kampa Holê hatin derxistin

Dîroka Weşanê :
Rojava: 837 Iraqî ji Kampa Holê hatin derxistin

PeyamaKurd- 230 Malbatên Iraqî ji kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê ku malbatên DAIŞê tê de dimînin, hatin derxistin û vegerandin. 

Rêveberiya Kampa Holê ya li Hesekê ragihand, 230 malbatên Iraqî ku ji 837 kesan pêk tên ji kampê hatin derxistin û berev Iraqê bi rê ketin.

Rêveberiya Kampê eşkere kir ku ji destpêka salê ve 15emîn karwana malbatên Iraqî ye ku ji kampê tê derxistin.

Hêjayî gotinê ye, doh jî Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihandibû, 230 malbatên Iraqî dê ji kampa Holê bo welatê wan werin vegerandin.

Wezaretê diyar kiriye, heta niha 21 hezar welatiyên Iraqî ji kampa holê hatine vegerandin.