Rojava: Ji ber êrîşan deriyên Tebqa, Reqa û Dêrazorê hatin girtin

Dîroka Weşanê :
Rojava: Ji ber êrîşan deriyên Tebqa, Reqa û Dêrazorê hatin girtin

PeyamaKurd- Piştî destpêkirina êrîşên hêzên Şamê yên li rojhilatê Helebê Rêveberiya Xweser, biryara girtina hemû deriyên Tebqa, Reqa û Dêrazorê heya demeke nediyar da.

Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Deriyan biryarnameya 32’yan derxist û ragihand: "Ji ber geşedanên ewlehiyê yên metirsîdar ku li dergehan diqewimin, li ser bingeha girtina deriyên navxweyî ji aliyê hikumeta veguhêz a Şamê ve, herwiha ji ber zêdebûna metirsiyên ewlehiyê ya ji pêr ve û encamên rasterast û metirsîdar li ser ewlehiya sivîl, karker û rêwiyên di van dergehan re derbas dibin, Rêveberiya Giştî ya Ewlehiya Derketin û Hatinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê biryarê dide.”

Di biryarê de hate gotin: “Hemû deriyên kantonên Tebqa, Reqa û Dêrazorê heta demeke nediyar tên girtin. Derî ji bo rewşên mirovî yên awarte û rêxistinên mirovî tên vekirin."