Rojava | Xiristiyanên Hesekê rojbûna Hz. Îsa pîroz kir

Dîroka Weşanê :
Rojava | Xiristiyanên Hesekê rojbûna Hz. Îsa pîroz kir

PeyamaKurd- Bi boneya Rojbûna Pêxember Îsa xiristiyanên li kantona Cizîrê pîrozbahî li dar xistin. Xiristiyanan Cristmas ango Rojbûna Hz. Îsa pîroz kir.

Li Hesekê xiristiyanan di saetên serê sibehê de bi dengê naqosan berê xwe da Dêra Mar Cerges ku bi dara sersalê hatibû xemilandin.

Xiristiyanan ji bo Sûriyeyê aştî û ewlehî hêvî kir û diyar kir ku ew girêdayî nirxên jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên olî û çandî de ne.

Herwiha girîngiya pêşxistina çanda jiyana hevbeş anîn ziman û cejn li hev pîroz kirin.

Hêzên Ewlekariya Rojavayê Kurdistanê jî ji bo parastina dêran û derdora wan tedbîrên ewlehiyê zêde kirin.