PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Sûriyê ragihand ku ew balyozxaneyekê li Hewlerê veke.
Hikûmeta Demkî ya Sûriyê biryar da ku di çarçoveya ji nû ve organîzekirina têkiliyên dîplomatîk û berfirehkirina nûnertiya xwe li herêmê de balyozxaneyekê li Herêma Kurdistanê veke.
Îro di daxuyaniyekê de, Mihemed Taha Ehmed, Serokê Karûbarên Erebî li Wezareta Karên Derve ya Sûriyê got, "Li gorî talîmatên Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî, biryar hatiye dayîn ku balyozxane û serbalyozxaneyên Sûriyê li herêmê ji nû ve werin vekirin û têkiliyên dîplomatîk normal bibin."
Li gorî rayedarê payebilind, Balyozxaneya nû ya Sûriyê li Hewlerê wê wekî beşek ji Balyozxaneya Sûriyê li Bexdayê kar bike. Wekî din, karê sereke yê vê mîsyonê wê şîret, alîkariya hiqûqî û xizmetên balyozxaneyê ji welatiyên Sûriyê yên li bajarên Herêma Kurdistanê dijîn re peyda bike.