Serok Barzanî bi Balyozê Îranê re civiya

Dîroka Weşanê :
Serok Barzanî bi Balyozê Îranê re civiya

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 15ê Kanûnê pêşwazî li Balyozê Komara Îslamî ya Îranê yê Iraqê Mihemed Kazim El-Sadiq kir.

Baregeha Barzanî ragihand, di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Îranê yê Hewlêrê Feramerz Esedî jî tê de amade bû, rewşa herêmê bi giştî, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê û rewşa siyasî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de, behsa pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê hat kirin.

Her du alî hevnêrîn bûn ku divê di hemû waran de pêwendiyên dualî li ser bingeha berjewendiyên hevbeş bêne pêşxistin û bihêztirkirin.