Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Al Nahyan li ser Iraqê û herêmê axifîn

Dîroka Weşanê :
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Al Nahyan li ser Iraqê û herêmê axifîn

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Abu Dabiyê bi serokê dewleta Îmratan bi Şêx Muhammed bin Zayed Al Nahyan re civiya. Di civînê de li ser rewşa Iraqê ya piştî hilbijartinan tabloya siyasî ya ku çêbûye, pirsgirêkên herêmî yên ewlehiyê û kûrkirina têkiliyên aboriya navbera herdû welatan axifîn.

Serokwezîr Barzanî bi seredaneka fermî çû Îmaratan û bi serokê dewletê Al Nahyan re hevdîtin kir. Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê ragihand ku piraniya hevdîtina wan li ser rewşa tabloya siyasî ya piştî hilibjaretinê derket ortê, bûye.

Her dû lîder li ser rewşa giştî ya Iraqê, damezrandina pêvajoya hukumetê û ewlehiya herêmê ya rewşa dawî axifîne.

Barzanî li ser hevdîtinê razîbûna xwe diyar kir û weha got:

“Ez gelek kêfxweş bûm ku birayê rêzdar serokê Îmaratan şêx Muhammed bin Zayed Al Nahyan re em hatin cem hev.”

Di hevdîtinê de tiştekî balkêş jî ew bû ku Îmaratan bo têkiliyên bazirganî û aboriyê nûnerekî xwe bo Herêma Kurdistanê tayîn kiriye.

Barzanî bo Îmaratan bi sedema destekê û hevkariyê ku dide Herêma Kurdistanê sipasiya wan kir û behsa girîngiya stratejik ya navbera Erbîlê û Abu Dabiyê kir.