Siyasetmedarê YNKê Dr. Omer Şeyhmus bi Îlham Ehmed re civiya

Dîroka Weşanê :
Siyasetmedarê YNKê Dr. Omer Şeyhmus bi Îlham Ehmed re civiya

PeyamaKurd – Siyasetmedarê Kurd û yek ji damezrînerên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Dr. Omer Şeyhmus, serdana Ofîsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojava kir û hevdîtinên asta bilind pêk anî.

Di serdana li Qamîşloyê de, ji aliyê şandeyekê ve ku ji Hevserokên Ofîsa Têkiliyên Derve, Îlham Ehmed û Fener Kiêt pêk dihat, hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de, Dr. Şeyhmus pêşketinên siyasî yên li herêmê nirxand û tekez kir ku "destkeftiyên li Rojava bi hewldanên mezin ên gel hatine avakirin."

Şeyhmus bal kişand ser ji nû ve avakirina hevkêşeyên herêmî û got, "Niha hevsengiyên li herêmê diguherin. Di encama vê îrade û xebatê de, hêviya min ji bo pêşerojê pir zêde ye."

Dr. Şeyhmus di serdana xwe de behsa têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rojava de jî kir.

Şeyhmus, diyar kir ku pêwîst e hevrêziya di navbera her du avahiyan de were xurtkirin û got:

"Di têkiliyên me yên bi rêveberiya başûr re, me pêwîstiya hêsankirina derbasbûna li deriyên sînor û bilindkirina têkiliyan ji asteke bilindtir re ragihand. Vekirina derî di warê civakî, siyasî û aborî de dê sûdê bide gelê herêmê."