PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Demkî ya Rejîma Sûriyeyê herêmên Dêr Hafir, Meskena, El-Hefse û Sebhet el-Cebbul ên li rojhilatê Helebê wekî "herêmên leşkerî yên girtî" ragihandin.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de hişyarî da sivîlan ku ji herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bi dûr bikevin û daxwaz kir ku hemû komên çekdar derbasî rojhilatê Çemê Firatê bibin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Artêşa Sûriyeyê ji bo parastina ewlehiya herêmê û rêgirtina li "operasyonên sûc" hemû tedbîr girtine. Her wiha hat ragihandin ku hêzên nû yên piştgiriyê ji bo herêmên Dêr ez-Hafir û Meskena hatine şandin.