PeyamaKurd- Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna heftane ya koma partiya xwe ya li parlamentoyê de derbarê êrîşên ser taxên Kurd ên Helebê, Îran û cîhanê de daxuyanî dan.
Bakirhan li ser êrîşên Helebê û got: "Bêyî ku ez gotinê şêlo bikim, bi awayekî zelal bibêjim: Li Helebê ceribandineke nû ya Helebceyê hat kirin. Em ji vir bangî wan kesên ku hesabên tarî dikin dikin, Hûn nikarin qirkirina Kurdan rejîmên xwe yên rizî bûne li ser pêyan bihêlin."
Bakirhan got, “Rejîma Şamê û çeteyên di bin kontrola Tirkiyeyê de, ji bo temamkirina karê ku DAIŞê nîvco hiştibû ketin tevgerê" û diyar kir, endamên DAIŞê bi heman unîformayan êrîşî taxan dikin û got, "Em vê zihniyetê baş nas dikin. Em ji Enfalê nas dikin, ji Şingalê nas dikin ku jin di bazarên koletiyê de difirotin. Em wan ji wê alçaxiya ku şervaneke Kurd a dîlgirtî ji avahiyê avêtin xwarê jî nas dikin."
Hevserokê DEM Partiyê destnîşan kir ku pirsgirêka Sûriyeyê ne Kurd, Elewî yan jî Durzî ne û got: "Pirsgirêka Sûriyeyê têgihiştina birêvebiriya Selefî, yekperest û nijadperest e. Ew aqilê îflaskirî ye ku hemû derfetên xwe seferber dike da ku Kurd dayîka xwe nebîne."
Bakirhan li ser protestoyên li Îranê jî diyar kir ku gelên di bin enflasyona bilind û bêkariyê de diçewisin, bi awayekî aştiyane îtiraz dikin û got,"Bersiva rejîmê dîsa heman e tişte. Cop, desteserkirin, girtîgeh û tehdîta îdamê. Ti desthilatdarî nikare li dijî îradeya welatiyên xwe mayînde bibe. Hûn nikarin bi birîna înternetê û pêwendiyan pirsgirêkan çareser bikin."