PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani diyar kir, "Em ê li her derê li dijî terorîzmê derkevin û divê em DAIŞê li her deverê ku ew lê be rawestînin."
Antonio Tajani di daxuyaniyekê de ku roja Pêncşemê 29ê Çileya 2026an da, destnîşan kir ku leşkerên Îtalyayê li Herêma Kurdistanê hene da ku wê ji DAIŞê biparêzin.
Wezîrê Îtalyayê tekez li ser aştiyê kir û got, "Girîng e ku ji bo aştiyê bixebitin û DAIŞê rawestînin. DAIŞ pir xeternak e. Em ê li her derê, tevî vê beşê cîhanê, li Sûriye, Iraq û Rojhilata Navîn, li dijî terorîzmê rawestin."