Xurmatû: Meqamê dawî yê ewlehiyê ji destê Kurdan hat girtin

Dîroka Weşanê :
Xurmatû: Meqamê dawî yê ewlehiyê ji destê Kurdan hat girtin

PeyamaKurd – Wezareta Navxweyî ya Iraqê li navçeya Xurmatû ya parêzgeha Selahedînê 7 berpirsên pilebilind ên ewlehiyê guhertin. Bi vê biryarê re, yekane desthilata ewlehiyê ya ku di destê Kurdan de mabû, radestî berpirsekî Ereb hate kirin.

Di çarçoveya van guhertinan de, Lîwa Xalid Welîd ku serokê Yekîneya Parastina Dezgehên Hikûmetê bû, ji kar hate bidûrxistin û efserekî Ereb li şûna wî hate danîn.

Şêwirmendê Parêzgarê Selahedînê Kawa Şêxanî diyar kir ku sedema sereke ya windakirina vê meqamê, "nebûna efserên Kurd ên pilebilind li navçeyê" ye, ji ber ku piraniya wan li parêzgehên din wezîfedar in.

Hate ragihandin ku ev biryar rasterast ji hêla Wezareta Navxweyî ya li Bexdayê ve hatiye dayîn û her du navçeyên Xurmatû û Amirliyê li xwe digire. Her çend ev guhertin piştî raporên derbarê êrîşa li ser zeviya gaza Kormorê pêk hatin jî, berpirsên herêmî diyar dikin ku ev tayînkirinên burokratîk ên navendî ne.