Iraq: Ji bo lêkolînkirina êrîşa Kor Morê komîteyek hat avakirin

Iraq: Ji bo lêkolînkirina êrîşa Kor Morê komîteyek hat avakirin

PeyamaKurd – Iraqê diyar kir ku komîteyeke lêkolînê hatiye avakirin ji bo zanibe sedema êrîşa drone "têkbirinê" li ser qada gazê ya Kor Morê.

Di daxuyaniya Tora Medyayî ya Ewlekariya Iraqê de hat ragihandin ku li gorî talîmata Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar û Fermandariya Operasyonên Hevbeş, ji bo lêkolînkirina sedema êrîşa balafirên bêmirov ên li qada xazê ya Kor Morê ya "têkbirinê" hat avakirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên van êrîşên ku bi mebesta zerarê didin aboriya welêt, bên cezakirin.

Doh (26ê Nîsanê) saet derdora 18.45an de li dijî qada gazê ya Kor Morê ya li bajarokê Kadir Kerem a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê bi balafirên bê mirov êrîşek hat kirin.

Hate hînbûn ku ji ber êrîşê 4 efserên yemenî yên li qadê peywirdar bûn jiyana xwe ji dest dan û birîndar hene.

Di daxuyaniya hevpar a ku ji aliyê wezaretên Elektrîk û Çavkaniyên Xwezayî ve hat weşandin de hat ragihandin ku ji ber êrîşa li ser qada xaza Kor Morê gaza santralan rawestiyaye û nêzî 2 hezar û 500 MW elektrîk qut bûye.