Li Pêşmergeyan 6 hezar 300 perçeyên erd tê belavkirin
PeyamaKurd- Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, îro 30yê Cotmehê navên hejmareke din a Pêşmergeyan ji bo wergirtina parçeyên erd li Hewlêrê û derdora tê eşkerekirin.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê daye xuyakirin: “Nav û lîstên Pêşmergeyên ku vê carê parçeyên erd werdigirin dê ji Wezareta Pêşmerge re bên şandin û ew nav dê bi rêya Komîteya Wergirtina Erd ji yekîneyên leşkerî re bên şandin.”
Wezareta Pêşmerge diyar kir: “Efser û Pêşmerge dikarin serdana yekîneyên xwe bikin, an jî di dema hebûna her pirsgirêkekê de, serdana Komîteya Wergirtina Erd ya Wezareta Pêşmerge bikin.”
Serokê Pişka Karûbarên Qanûnî ya Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê Serbest Mewlûd roja 19ê Cotmeha 2025ê gotibû: “Encûmena Wezîran veqetandina 6 hezar û 300 parçeyên erd ji bo hêzên Pêşmergeyan pejirandiye, ku hemî girêdayî yekîneyên 70 û 80ê ne.”
Serbest Mewlûd dabû zanîn: “Ew navên ku bi lîste hatine, li gorî karta zanyariyan, cihê şênîbûnê û li gorî parêzgeh û Rêveberiyên Serbixwe tên cudakirin, dê ji hêla şaredariyê ve nivîsar jê re bên kirin, di dû re jî dê ji şaredariyên têkildar re bên şandin, da ku erd ji wan re bê veqetandin.”
Şertên dayîna erd ji hêzên Pêşmerge re wekî şertên fermanberên wezaretên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku divê herî kêm heşt salan xizmet kiribe û berê erd wernegirtibe. Ji bo her kesekî pareçeyekî erd yê 200 metrî tê dayîn.
Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li roja 27ê Adara 2024ê li ser fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî biryar da ku, parçeyên erd li ser hemî fermanberên ku erd wernegirtiye belav bike. Ew biryar li roja 28ê Gulana 2024ê di rojnameya Weqaîa Kurdistanê de hat weşandin.
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.