Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heyeta DEM Partiyê qebûl kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî heyeta DEM Partiyê piştî çû tevlî merasima çekberdana grûba PKKê bû, Nêçîrvan Barzanî heyetê qebûl kir. Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; Barzanî ragihand ku ji bo pêvajo biser bikeve divê hewlên zêde bên dayîn.
Heyet, îro an ku di 11ê Temmûz a 2025an de seredana Nêçîrvan Barzanî kir û ji bo serkeftina rêya pêvajoya aştiyê nîşan daye û xebatê kiriye sipasiya xwe bo Nêçîrvan Barzanî ragihandin. Heyet ji bo pêvajo di pêşde biser bikeve, ji Barzanî xwest ku destek û alîkariya xwe dewam bike.
Nêçîrvan Barzanî ji ber serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di pêvajoyê de xebatan kiriye sipasiya wî kir.
Di hevdîtinê de her dû teref gotin ku aştî bo temamê terefan, Tirkiyê û herêmêye û divê herkes desteka temamî bide pêvajoyê. Her dû teref bûn hemfikir ku pêngavên ji niha û pê de bên avêtin, wê pêvajoyê pêşdetir bibe.
Di encama hevdîtinê de heyet ji bo pêkanîna merasima çekberdanê û ji bo serkeftinê ji ber Herêma Kurdistanê alîkariyê û hêsankariyê kiriye sipasiya Nêçîrvan Barzanî û serokatiya Herêma Kurdistanê kir.
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.




