Wê petrola Kerkûkê di ser Ceyhanê de bişînin bazara dinyayê
PeyamaKurd – Niha petrola Kurdistanê di ser xeta lîmana Ceyhanê de diçe bazara dinyayê û wê petrola Kerkûkê jî di ser Ceyhanê de, bişînin bazara dinyayê.
Ajansa Reutersê cedwela barkirina petrolê ya dinyayê belav kir û tê de nîşan dide ku di meha bê de, wê petrola Kerkûkê jî bi ya Kurdistanê re bişînin lîmana Ceyhanê an ku herî kêm plan wehaye.
Li gor planê; wê Iraq di meha 11an de di ser Ceyhanê de 12 partî petrola Kerkûkê bişîne bazara dinyayê. Bi petrola Kerkûkê re rojane miqdarê petrola here bazara dinyayê, wê bibe 250 hezar varêl.
Petrola Kerkûkê jî heya niha nedihat şandin bo bazara dinyayê ji ber di navbera Iraqê, Kurdistan û Tirkiyê de lihevkirin nebû.
Kerkûk, her çiqas axa Kurdistanê ye jî niha bi gelek deverên din re di navbera rêvebiriya Herêma Kurdistanê û Bexdayê de li ser wan dijberî heye. Weka îdarî niha li ser Iraqê tê hesibandin û Kurd jî nikarin li ser bazara petrola Kerkûkê bazarê bikin.
Kerkûk, Xaniqîn, Celewla, Kelar, Zimmar, Şengal, Dûzxurmatû û hinek deverên din Kurdistanin lê di bin rêvebiriya Ereb de an ku Bexdayê de ne.
Ev nivîs 20 car hatiye xwendin.