PeyamaKurd- Sepana ewlehiya online Cloudflare îro Sêşemê 18ê Mijdara 2025an hilweşiya û li seranserê cîhanê înternet rawestiye, gelek malper û sepanên online û torên medyaya civakî ji ber vê pirsgirêka giştî venabin.
Piştî pirsgirêka di CloudFlare de, torên populer ên mîna X û ChatGPT ya OpenAI li gelek deveran nayên bikaranîn.
Navenda Cloudflare li San Francisco ye û di destpêkê de li ser malpera xwe ragihand, ew li ser pirsgirêkê lêkolînê dikin û sedema wê wekî "degradasyona xizmetê ya navxweyî" destnîşan kir.
Paşê jî Cloudflare got ku "zêdebûnek di trafîka neasayî ya yek ji xizmetên Cloudflare de" bû sedem ku "trafîka ku di tora Cloudflare re derbas dibe rastî xeletiyan were."
Wan diyar kir ku ew hîna sedema vê zêdebûna trafîka neasayî nizanin û bilez dixebitin ku hemî trafîk bê xeletî bixebite û bandora wê fêm bikin.
Her çend hin xizmet vedigerin jî, şirketê hişyarî da. Ev bûyer mehek piştî rawestana mezin a ewrên online (cloud) ya Amazonê pêk hat ku bandor li ser gelek komên wekî Lyft, Starbucks, Lloyds Bank û ChatGPT jî kiribû.
Li gorî W3Techs, teknolojiya Cloudflare beşeke girîng a înternetê hêzdar dike ye û ji sedî 20 zêdetir malperên cîhanê xwe dispêrin bingeha wê. Nirxê Cloudflare yê bazarê nêzî 71 mîlyar dolar e û îro piştî vê pirsgirêka giştî ji sedî 3.5 kêm bû.