Ji nav hêka mirîskê hêkeke din derket!

Dîroka Weşanê :
Ji nav hêka mirîskê hêkeke din derket!

PeyamaKurd – Li navçeya Mudanya ya bajarê Bursa yê Tirkiyê, welatiyekî ku mirîşk xwedî dikirin dema dema hêka mirîşka xwe şikand rastî bûyereke sosret hat ku di nav hêka mirîşkê de hêkeke din jî hebû.

Welatiyê bi navê Îsmaîl Oztanê 53 salî ku di nav hewşa xwe de mirîşkan xwedî dike dibêje, cara ewil e tiştekî wiha tê serê wan û ew dê wê hêkê hilînim.

Li gorî nûçeyê dema hevjîna Oztan, ji bo taştê hêk kelandiye û şikandiye dîtiye ku hêkeke di nav wê hêkê de neye û wan ew hêka mirîşka xwe nexwariye.

Li gorî pizîşkên ajelan bûyerên bi vî rengî di mirîşkên ciwan de rû didin û dibêjin, dema mirîşkên ciwan bitirsin hêka wan li şûna bi jêr ve derkete car din berjor dibe û lewra jî dema ew hêk ji nû ve derdikeve du caran dora wê hişk dibe û wekî du hêkên ser hev derdike.

Hêjayî gotinê ye, mirîşk gelek caran hêkên du zerik dikin, lê hêkên du qaşil bûyereke kêmpeyde ye.