PeyamaKurd – Li Koşka Blenheim a Brîtanyayê ku Serokwezîrê berê Winston Churchill li wir ji dayik bûye, klozeta zêrîn a bi bihayê zêdetirî 5 milyon dolaran hat dizîn.
Li gor medya Brîtanî ew klozeta ji aliyê hunermendê Îtalî Maurizio Cattelan ve hatiye çêkirin, ji bo pêşandanê li Koşka Blenheimê bû û doh ji cihê xwe hatiye derxistin û dizîn.
Ew klozet ji 18 eyar zêr hatibû çêkirin ku beriya niha jî sala 2016an li Pêşengeheke New Yorkê hatibû pêşandan.