Serdema qesemê 466 milyon sal berê çawa dest pê kir?

Dîroka Weşanê :
Serdema qesemê 466 milyon sal berê çawa dest pê kir?

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya kovara Science ku distpêre zanyaran, beriya niha bi 466 milyon sal berê ji ber lihevketina du meteoran serdema qeşayê dest pê kiriye.

Kovara Science radigihîne ku divê mirov parçeyên meteoran li xwelîyên volkanîk, xîza ji beyabanê û xwêya behrê ya li derdora gerstêrkê ya cîhanê zêde bike.

Di nûçeyê de tê gotin, di demên asayî de her sal 40 hezar ton avêşte dikeve ser cîhanê, lê 466 milyon sal berê di navbera Mars û Jupîterê de asteroîdeke 150 kîlometre berfireh şikestiye û rêjeya avêşteyê bi qasî deh hezaran zêde bûye.

Piştî vê bûyerê bi qasî du milyon salan, gelek partîkul hatine cîhanê.

Komeke lêkolîner a navneteweyî ya Zanîngeha Lûnd a Swêdê diyar kir ku ji ber vî tiştî serdema qeşayê dest pê kiriye û qeşem çêbûne.