PeyamaKurd – Di rojanekirina herî dawî ya telefonên Iphone yên kompaniya Apple de, êdî klavyeya kurdî jî heye û kurdînûs dikarin bi dilê xwe bi zimanê xwe binivîsin.
Di rojanekirina bernameya Iphone ya IOS 13 de ku 19ê Îlonê hatiye belavkirin û li telefonên Iphone tê barkirin, ji bilî klavyeyên zimanên din klavyeya bi tîpên kurdî (latînî) dinivîse jî bi awayekî otomatîk tê barkirin.

Heta niha bi klavyeyên curbecur ên ji derve dihatin barkirin di telefonên destan de nivîsandina bi tîpên kurdî pêkan bû, lê niha Iphone zimanê Kurdî bi awayekî fermî xistiye nav bijardeyan û bi awayekî otomatîk li hemû telefonên Iphone tê barkirin.
Telefonên Iphone ên ku beriya Iphone 6S derketine, nikarn vê rojanekirina IOS 13 bikar bînin û klavyeya kurdî bixebitînin.