Li Hewlêrê 29emîn Konferansa Zanîngehên Erebî tê lidarxistin

Li Hewlêrê 29emîn Konferansa Zanîngehên Erebî tê lidarxistin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di banê Koleja Polîteknîkî ya Zanîngeha Selahedînê de, bi tevlîbûna 70 nûnerên zanîngehên welatên Erebî, 29emîn Dîdara Erebî ya Lihevguhertina Derfetên Rahênanan tê kirin.

Berpirsê Koleja Polîteknîkî ya Zanîngeha Selahedînê Keyhan Zirarî ragihan ku îro Zanîngeha Polîteknîkî mêvandariya 29emîn Dîdara Erebî ya Lihevguhertina Derfetên Rahênanan dike.

Keyhan Zirarî got, “Nêzî 70 nûnerên zanîngehên welatên Erebî tevlî vê konferansê dibin. Ji zanîngehên Kurdistanê jî, Zanîngeha Polîteknîkî û Zanîngeha Selahedînê û Zanîngeha Hewlêrê ya Pizişkî tevlî wê dibin. Ev dîdar ji bo piştevanîkirina wan zanîngeh û xwendekaran e yên ku tevlî dabînkirina derfetên rahênanan li wan zanîngehan dibin ên ku tevlî Yekîtiya Zanîngehên Erebî bûne, herwiha ev dîdara Erebî di bin sîwana Yekîtiya Zanîngehên Erebî û bi Civata Erebî re kar dike, ev jî ji bo dahênana xwendekaran e”.

Hate diyarkirin ku wê bandoreke gelek baş a konferansê ji bo xwendekarên Zanîngeha Polîteknîkî ya Hewlêrê hebe, ji bo ku tevlî derfetên rahênanan li welatên Erebî bibin.