Mala Mûzîkê ya Zehawî bi hunermendên Kurd û Îtalî konser da

Mala Mûzîkê ya Zehawî bi hunermendên Kurd û Îtalî konser da

PeyamaKurd - Mala Muzîkê ya Zahawî 27ê Avrêlê li Hola Hunerê ya Silêmaniyê duyemîn konsera xwe ya îsal li dar xist.

Di şevê de Hejar Zewahî bi tembûra xwe mûzîka xwe pêşkêş kir û hunermendên Kurd Rastî Kurdî, Samaxan, Ridwan Xelîl û hunermendên Îtalî Alesandro Venza, Toti Denaro, Mario Tarsilla û Denise Di Maria jî bi stran û amrên xwe hunera xwe pêşkêş kirin.

Di derbarê konserê û xebatên Mala Mûzîkê ya Zehawî de hunermend Hejar Zehawî got: “Me mûzîka çar hunermendên Kurd û çar hunermendên Îtalî li hev goncivand. Em muzîk, rîtm û enstrûmanên kurdî bi muzîka Îtalî re digoncivînin. Ji ber ku ev azmûn mûzîka gelên din li ya kurdî zêde dike, bêguman ev di muzîka kurdî de azmûneke nû ye.

Hunermendê Îtalî Alesandro Venza jî di derbarê konserê de got: “Ez gelek kêfxweş im. Ez dixwazim careke din jî bême Kurdistanê û hînî çanda Kurdî bibim. Derfeta me çêbû ku em bi muzîkjen û hunermendên ku çanda kurdî bi muzîkê pêşkêş dikin jî bibînin. Em bi vê pevguhertina muzîkê ya bi muzîkjenên Kurd re pir kêfxweş in ji ber ku ezmûnek pir xweş e."

Hezkiriyên muzîka Îtalî yên ku beşdarî konserê bûn diyar kirin ku ew pir di bin bandora hawîra Kurdistanê de mane.

Hunermenda Îtalî Denise Di Maria jî got: “Dema ku ez ji Îtalyayê, ji bo vê konsere hatim vexwendin, min yekser qebûl kir, lê belê min texmîn nedikir ku çand û xwezaya Kurdistanê ev çend xweş be û bi van muzîsyenên hêja ji me re konserek wiha xweş were sazkirin. Ji bo her tiştî ez gelek spas dikim.”

Mala Muzîkê ya Zehawî di 9ê Adarê de li Girê Kela Hewlêrê yekemîn konsera xwe ya îsal li dar xistibû û di wê konserê de mûzîka kurdî û mûzîka fransî li hev hatibûn goncivandin.

Mala Muzîkê ya Zehawî her wiha plan dike ku îsal, bi beşdariya hunermendên deverên cuda yên Kurdistanê û komên muzîkê yên biyanî sê konsertên din jî pêk bîne.