Polîsan li Fûara Îzmîrê dest danî ser pirtûkên dîroka Kurdistanê

Polîsan li Fûara Îzmîrê dest danî ser pirtûkên dîroka Kurdistanê

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku doh Şemiyê li Pêşangeha Pirtûkan a bajarê Îzmîr ê Tirkiyê, polîsan bi hinceta ku “qedexe ne” bi ser standa Weşanên Darayê de girtiye û tevî komkirina 3 pirtûkên derbarê dîroka Kurdistanê de ku qedexe li ser wan nîne xebatkarê standê jî hatiye binçavkirin.

Hate diyarkirin ku polîsan bi hinceta “îxbar” heye li standa Weşanên Darayê (PirtûkaKurdî) lêkolîn daye destpêkirin û piştî lêkolîna nêzî çar saetan, bi hinceta ku “qedexe ye” dest danîne ser pirtûka Newşîrwan Mistefa Emîn a bi navê “Hikûmeta Kurdistanê” û pirtûkên Seîd Veroj (Kurdistan 1919-1920) û Hilmî Yildirim (Kurdistan Fedaisi Muşlu Hilmi Yildirim/ Fedaîyê Kurdistanl Hîlmî Yildirimê Mûşî). Herwiha xebatkarê standê yê bi navê Sebîh Yoldaş jî hatiye binçavkirin.

Pirtûka Kurdî ragihand, “Ji doh ve em li Pêşangeha Pirtûkan a Îzmîrê ne û îro polîs tên standa me, zextê li standa me dikin û nahêlin em pirtûkan bifroşin. Niha 10 polîs hatine standa me û em aciz dikin. Dawî li vê serdegirtina kirêt bînin û dawî li zextên xwe yên li ser Kurdî û weşanxaneyên Kurdî bînin.”

 Xwediyê PirtûkaKurdî Bawe Berşev li ser pirtûkên hatine komkirin de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got: “3 pirtûkên me bi hinceta ku dibe xeter bin ji me standin. Kurdistan 1919-1920, Kurdistan Fedaisi Muşlu Hilmi Yildirim (Fedaîyê Kurdistanl Hîlmî Yildirimê Mûşî), Kurdistan Hukumeti (Hikûmeta Kurdistanê).”