Ceribandina sefera hewayî ya taksiyê ya navbera bajaran kirin

Ceribandina sefera hewayî ya taksiyê ya navbera bajaran kirin
PeyamaKurd –  Li welatê Çînê şîrketa bi navê AutoFlight ku hilberîna teksiyên seferên hewayî dike, ceribandina sefera hewayî ya taksiyê ya navbera bajaran kir. Mesafa seferan kurte û alav (eVTOL) dikare xwe ber bi jêr de deyne û derê jorê an ku bi hewa bikeve.

Li gor ragihandina şîrketê; ceribandina firê bi rêya alava bi navê "Prosperity" yê li başûrê welat li eyaleta Guangdongê li qerexê çemê İnciyê di navbera du bajaran de ku her yekî li qerexekî çeme yên bi navên Şıncın û Cuhayê hat kirin.

Şîrket ragihand ku fira alavê 20 deqe dewam kiriye û sefera yekem ya teksiya hewayî ya navbera du bajaraye. Ceribandin bê ajotvan û bê rêwî hat kirin.
Taksî, xwediyê 6 perwaneya ye û tîpa planor e. Dikare bi ajotvan û 5 rêwiyan ve 250 km mesafe here û di seetê de 200 km. rê here.