Yekîtiya Ewropayê 2 milyar dolar ceza da Apple

Yekîtiya Ewropayê 2 milyar dolar ceza da Apple
PeyamaKurd – Yekîtiya Ewropayê (YE) bi sedema ku Kompaniya Apple xizmeta xwe ya belavkirina bazara muzîkê bi xerabî bikar aniye, 2 milyar cezayê pere lê birî.

Biryara cezakirina Appleyê piştî îtiraza platforma muzîkê Spotify hat ku bi sedema têkdana reqabetê û bi xerabî bikaranîna xizmetên xwe doz li Apple vekiribû.

Berpirsa reqabetê ya Komîsyona Ewropayê Margrethe Vestager, ragihand ku ev 10 sal in Apple serdestiya xwe ya bazarê di warê muzîkê ya Apple Store de xerab bikar tîne û rê li ber bijardeyên bihayên wan kêmtir in digre.

Herwiha hatiye diyarkirin ku dê li ser kompaniya Apple lêhûrbûn bê kirin bê ka li gorî yasaya bazarên dijîtal a Yekîtiya Ewropayê tevdigere yan na.

Apple jî ji aliyê xwe ve îtiraz biryara cezayê kir û diyar kir, yasadaner rastiyên ku reqabetê yên bilez mezin dibin nedîtî dihesibînin.