Di mala aktêrê navdar Alain Delon de cebilxane derket

Di mala aktêrê navdar Alain Delon de cebilxane derket
PeyamaKurd - Polêsê Frensayê di mala aktêrê navdar Alain Delon de 72 çek û zêdetirî 3 hezar gule bidest xist. Polês dest danîn ser çek û guleyan.

Hate ragihandin ku piştî giliyek nepen hêzên polês ên Parîsê ji bo lêgerînê avête ser mala Delon a li Douchy-Montcorbonê ku nêzîkî 135 kîlometreyan li başûrê paytext Parîsê ye.

Hate diyarkirin ku piştî lêgerînê, li malê 72 çek û ji 3 hezaran zêdetir gule hatin dîtin. Jêderên polêsên Parîsê ragihandin ku her wiha li ber mala Alain Delon qada guleavêtin jî hatîye dîtin.

Hate ragihandin ku destûra çekgirtinê ya Delon tune ye.

Alain Delonê 88 salî, navdartirîn stêrkê serdema zêrîn a sînemaya Fransayê bû û di fîlmên jibîrnebûyî yên wekî Samurai (1967) û Borsalino (1970) de bi hostayî leyiztibû.

Delon cara dawî di Festîvala Fîlman a Cannesê ya 2019an de derketibû pêşberî raya giştî û xelata Palmiyeya Zêrîn a Rûmetê wergirtibû.

Piştî ku di 2019an de felc bû tendurustiya Delon xirab bûbû. Li gorî medyaya Fransî, nexweşiyeke din a giran a Delon ku nehatiye eşkerekirin jî heye.