Keştiya fezayê ya Japonya li heyvê hişyar bû

Keştiya fezayê ya Japonya li heyvê hişyar bû

PeyamaKurd - Ajansa Lêgerîna Fezayê ya Japonyayê (JAXA) da zanîn ku keştiya fezayê SLIM a li heyvê ji xew hişyar bûye.

JAXAyê ragihand ku pirsgirêka keştiya fezayê SLIMê ku roja şemiyê bi nermî daketibû ser zemînê Heyvê lê belê ji ber pirsgirêka panelên rojê ketibû "moda xewê" hat çareserkirin.

JAXAyê diyar kir ku ji ber panêlên wê yên rojê ber bi aliyekî şaş ve hatibû bikeyskirin keştiya ku di destpêkê de nikarîbû hêzê hilberîne, dema ku berê rojê ketiye ser wê dîsa dest bi şandina sînyalan kiriye.

Nayê zanîn ku keştiya fezayê SLIM ku ji nû ve fonksiyonên xwe bi dest xistiye, dikare çiqas vedîtinan pêk bîne.

Japonya piştî ku SLIMê şande heyvê, bû pêncemîn welatê ku bi nermî dadikeve ser Heyvê. Welatên din ên ku vê yekê pêk anîne; Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Yekîtiya Sovyetan a berê, Çîn û Hindistan in.

Beriya ku têkeve xewê, hûrguliyên di derbarê SLIMê û wêne û daneyên der barê daketina wê ya zemîna heyvê de hatin bidestxistin.