Serokê Arjantînê: Dibe ku ji xirîstiyaniyê derbasî baweriya cihûtiyê bibim!

Serokê Arjantînê: Dibe ku ji xirîstiyaniyê derbasî baweriya cihûtiyê bibim!

PeyamaKurd – Serokê Arjantînê Javier Milei, di serdana xwe ya sê rojan a Îsraîlê de, ragihand ku dibe ew ji xirîstiyaniyê derbasî ola cihûtiyê bibe.

Serokê Arjantînê Javier Milei di serdana xwe de, bi Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog û rayedarên din ên Îsraîlê re hevdîtin kirin.

Milei herwiha li Orşelîm (Rojhilatê Qûdsê) serdana Burak ango dîwarê giriyê kir û bi awayekî hestiyarbûyî Hahamê Cihû hembêz kir.

Serokê Arjantînê ku soza veguhestina balyozxaneya welatê xwe ji Tel Avîvê bo Orşelîmê da û herwiha girîngiya Qûdsê ji bo cihûyan anî ziman û ragihand ku dibe ew jî derbasî baweriya cihûtiyê bibe.