ÇIMA MIROV BI KALBÛNÊ RE DIBIN WEK ZAROKAN?

Pêxemberê me (S.A.V) di hedîsa şerîf de bal kişandiye ser: “Heger ciwanek ji ber kalbûna yekî hurmetê jê re bigire, dê Xweda jî dema ew kal bibe yên hurmetê lê bigirin jê re bişîne.”


Min tim meraqa wê kiriye.

Çima mirov bi kalbûnê re dibin wek zarokan?

Gelo sedemên derveyî dihêlin ku mirov weke zarokan tevbigere?

Erê çima mirovekî xwedî serhatiya salan bi kalbûna bedenê re weke zarokan tevdigere?

Ev bi we jî xerîb nayê?

Li aliyê din jî kalekî din ê hevtemenê wî kesî ku xwedî serhatiyan e, bedena wî weke xwe li ser piyan e û bi heybet û xirûr li cihê xwe yê berê ye…

Dibe ku hemû mirov li zarokbûnê venagerin.

Lê ji bo çi?

Gelo dibe ku ji bêxwedîtiyê be?

Gelo dibe ku ev ji bo bala yên dora xwe bikişîne ser xwe û bibêje; ez hê jî dijîm û min bitenê nehêlin be?

Wekî ku me li jor jî qal kir, gelo çima em maneyên kûr li hinekan bar dikin û binavkirina payeyan li dora wan dibin perwane lê pîr û kalên xwe jî bi tenêhiştinê re rûbirû dihêlin ku bibin weke zarokan? Bi ser de jî li şûna xwedîderketin û eleqedarbûna bi wan re, wan bi zarokbûnê tawanbar dikin û ji xwe dûr dikin.

Tevî ku ew kesên em qîmetê didin wan li hemberî vê qîmeta em didin wan, li rûyê me jî nanêrin em vê ji bo wan dikin.

Muhtemel e ku dema hûn belav bibin û biçin, hûnê bibînin ku ji bo balê bikişînin ser xwe ew jî dibin weke zarokan.

Mane me ji ber yê afirandiye ji aferîdan hez dikir!

Gelo ya ku me jê hez dikir ne însan bixwe bû bedena wî bû?

Yan jî ew mirovê me jê hez dikir ciwaniya wî bû?

Yan ew kesê me jê hez dikir ne ew bixwe bû, meqam û asta wî bû?

Yan ew mirovê me jê hez dikir serwet û dewlemendiya wî bû?

Dibe ku mirovê me jê hez dikir ne ew bû, fêdeya ku ji wî digihîşt me bû…

Kî dizane dibe ku di binhişiya me de gotina însan; tenê sifetên ciwanî, dewlemendî, xwedî meqambûn, bedewî û wekî van bû.

Heke na ji bo çi mirov dê û bavên xwe berdin û ji ber dewlemendî û meqamê wan biçin bi dê û bavên kesên din re eleqedar bibin…

Kî dizane dibe ku bêyî haya me jê hebe, em raveya însanên xwediyê van taybetmendiyên me li jor qala wan kiriye dikin.

Ji xwe yê ku kal dibe tenê beden e, ne rûh e.

Ya ku kal dibe tenê beden e, ne hest in.

Naxwe pêwîst e em helwest û tevgerên xwe li ber çavan derbas bikin, ne wisa?

Lewra Xwedayê me yê gewre ji ber ku vî aliyê me pir baş dizane hişyarî dabû me û wiha ferman dabû: “Heger yek an jî du ji wan li cem te bigihin asta kalbûnê nebî ku tu ji wan re bibêjî ‘Of’ jî! Erza wan neşkîne, ji wan re gotinên xweş yên dilxweşkirinê bibêje!” Sureya Îsra 23.

Pêxemberê me (S.A.V) di hedîsa şerîf de bal kişandiye ser: “Heger ciwanek ji ber kalbûna yekî hurmetê jê re bigire, dê Xweda jî dema ew kal bibe yên hurmetê lê bigirin jê re bişîne.” (Ebû-Dawûd) û ferman daye.

Gelo em li ku derê şaşîyê dikin?

Dibe ku pêwîstî pê heye em pênaseya mirovbûnê û wateya ku wê em lê dikin ji nû ve li ber çavan bigirin.

A rast dibe ku ji bo dîtina bersiva hemû pirsan, em jî weke Aristoteles li ser naskirin û pênasekirina mirovan bixebitin û meqseda wan a jiyanê bidin ber lêpirsînê.

“Hinek kar û xebatên ku xerat û hosteyê pêlavan dikin hene, ma karê însan jî nîne? Ma bi awayê xwezayî bêkar e? Yan jî mirov dikare îdia bike ku çav, dest, ling û her yek ji beşên din, xwedî mijulahiyekê ne û karê însan jî ji van hîn wêdetir e?”

Vê pirsê dike û dide zanîn ku însanbûn ne ew tiştê ku ji derve em têdigihin e, ev rewş ji bo hemû giyanewaran jî derbas dibe. Lewra jî ‘bikêrbûn û karê tiştekî, hem dikare di xwezaya wî tiştî de bê dîtin hem jî dikare bibe çalakiya ku ew bixwe tenê dike jî.” Bi van gotinan jî îşaret bi ew tişta ku di mirovan de heye û di aferîdên din de tune dikir. Aqil û hizr.”Werin em wê wezîfeya însanan a ji van wêdetir ji fermana Xwedayê mezin guhdar bikin: “Dizanî Rebbê te ji bo Melayîketan: “Miheqeq ezê li ser rûyê erdê xelîfeyekî deynin.” (Sûreya Bakara 30)

Mevdûdî, maneya ‘Xelîfeyê Xewda’ ku qesta mirovan dike; zêdetir ji bo wefadarî, rîayeta li emanetê tîna bîra me û dide xuyakirin ku maneyeke wekî ku hin kes însanan bi pîroziyekê mezintir nîşan didin, tê de tune ye.

Dibe ku tam jî ew dem e ku em li xwe vegerin û fermana aferînerê xwe bicih bînin.

Dibe ku tam jî ew dem e ku em li ser tişta Xwedayê mezin, ji me xwestiye bifikirin.

“…Ma ez ne Rebbê we me? ‘Helbet wisa ye! Gotin, ‘Em şahidiyê dikin’. Me wisa kir ku roja qiyametê hûn nebêjin, ‘Haya me ji vê nebû’. (Sûreya Arafê 172)

Tişta ku Mevdûdî qesta wê ji xelîfetiyê dikir ev bû; em li ser rêgeza wefadariyê li hember fermanên Xweda, wefadariya xwe nîşan bidin û ji bo pîr û kalên xwe jî ti qisûrekê nekin da ku ew jî nebin weke zarokan. Bes tenê bila mirovên em ji wan hez dikin, ne bi bedena wan lê bi rûhê wan be…