Dr. Şêrîn Mele Mistefa
Dr. Şêrîn Mele Mistefa Hemû gotarên nivîskar

Testa lêgerîna nexweşîyên veşartî û zikmakî: Screening test

Gelek nexweşîyên zikmakî û konjenîtalê hene ku dema zarok çêdibin tu nîşanên nexweşîyê dîyar nabin û perde li ser in.

Heger perde ji ser wan nexweşîyan ranebe û nexweşî neyê naskirin, wê ji nîşkê ve nîşanê nexweşîyê diyar bibe û bi rengekî giranî. Mixabin dereng dibe ji bo dermankirinê û bi tevahî mêjî ziyan dibîne, kêmbûna derûnî û jîrayî û aqil çêdibe.

Yan jî ji nişka ve dikevin rewşeke xerab a wekî komayê û mirin çêdibin.

Loma beriya nexweşî serê xwe rake û gur bibe pêwîste bê naskirin û bi rengekî lezgînî bê dermankirin. Heger neyê naskirin di wextê xwe de, wê bibe sedema li paşmahîya jîrayî û zîyana ser mêjî, şaht û nehiskirin (kerr) û lâl, ev jî kulfeteke bo malbat, civak û dewletê. Naskirina zû ya nexweşîyan û beriya semptom derkevin holê derman bibe avantaj e ji alîyê ekonomî û civakî ve.

Ev naskirin û teşhîsa zû di riya testa lêgerînî de, (dilopek xwîn ji pehnîya zarokê nû di Roj a 3 û 7 de) ser kaxetek ziwa û şandina laboratuara di rîya sazîyên taybet ên tendurustî.

Hinek ji testa beriya zarok çêbibe, di zikê dayikê de jî nexweşî diyar dibin (testa duyemin, sêyemîn û çaremîn). Amniyosentez, chorion villus sampling =parçeyek ji plasenta, lêkolînkirina kordonê. Ev test ji bona diyarkirina nexweşiyên genetikê beriya zarok çêbibe mîna down sendrom, spinal muskul atrofî, trîzomî18’ talasemî û sîfîlîs.

Kîjan nexweşî bêne lêgerîn:

  1. Divê ev nexweşî dermankirina wan hesan be.
  2. Divê pêwîst be bê şopandin
  3. Divê belav u zêdebê
  4. Belak be ji civakê re
  5. Biyomarker di vê hebin (biyomarkera fenilketonuri, fenilalanîne, kistik fibroz IRT, Hipotroidizim TSH, sma SMN1, SMN2

Screening test

1/fenilketonurî sala 1994

2/Hipotroidizim 2006 û kêmasîya wê.

 3/biyotidindaz 2018

4/Kistik fibroz 2015

5/SMA ,6- KAH  di sala 2022

Bi saya van testan pêşîlêgirtina komplîkasyonên van nexwşîyan tê standin.

Weke paşkirina derûnî, fîzîkî, ziyana ser mêjî, korbûn, kerr bûn, lâlbûn û heta carna mirin jî çêdibin.

Erka programa testên lêgerînê

Bijîşkê malê, Pediatri, Endokrin, pisporên nexweşîyên metanbolizma û nexweşîyên sîngê ne. Ev test ji bo mezinkirina nifşên saxlem, jîr, zana û bê nexweşî di bin banê sazî û rexistinên wezareta tendirustîyê de tê kirin.

Nayê famkirin çima hinek malbat naxwazin dilopa xwînê bidin û van testan çêkin, mîna vaksînan, rêbazek bê zirar e.

Bi rêya vê testê; şifrê genê zarokên me diyar dibe û li ser tê xebitandin û xeterên hebin derdikevin holê.

Dilopek xwîn zarokan ji xetera nexweşîyên genetîk û mirinê diparêze.


Dr. Şêrîn Mele Mistefa (Pisporê Nexweşîyên Zarokan) 11.02.2024