Yên ku zilm û zor li Kurdan kirine Tirk û dewleta Tirk e!

Rayedarên dewleta Tirk û partîyên siyasî çi cara ku dikevin tengasîyê yan jî çi cara ku hilbijartin nêzîk dibe û muhtacî deng û rayê Kurdan dibin, destê xwe di ser serê Kurdan re dibin, behsa hebûna Kurdan dikin û dilê Kurdan xweş dikin. Piştî ku girêka xwe li pişt werîs xistin û gihan armanca xwe, ne Kurd tên bîra wan, ne jî pirsgirêkên wan.

Mistefa Kemal jî di dema xwe de xwe avêtibû tor û bextêKurdan û hinek soz dabû wan. Lê piştî girêka xwe li pişt werîsxist, îcar dest bi qirkirin û tunekirina Kurdan kir. Zagon û makzagonên ku heta îro dewleta Tirk pê dimeşe yênKemalîzmê ne û li ser esasê tunekirin û înkara Kurdan hatine sazkirin. Heta ev zagon û makzagonên heyî neyên guhertin û bi fermî hebûna Kurdan neyê qebûlkirin, divê Kurd bawerîyaxwe bi gotinên şahîk neynin û bi rayedarên siyasî yên Tirk nexapin.

CHP wek gelek partîyên dewletê vê dawîyê dixwaze û hewl dide xwe nêzîkî Kurdan bike, xwe li ber dilê wan şîrîn bike û bi deng û rayê Kurdan bibe desthilatdar. Serdana Hewlêrê û têkilîyên wan yên bi civaka Kurdên Bakur re dide xuyakirinku CHP dixwaze ji berê zêdetir erênî bifikire û hinek tiştanbike. Lê hê ne diyar e gelo wê Kiliçdaroglu karibe hefsarê xweji destê dewleta kûr a CHP derxîne yan na. Herkes zane kudewleta kûr a Tirk CHP û MHP bi xwe ye. Heger dewleta kûrrê bide CHP û Kiliçdaroglû, belkî karibe xwe bi Kurdan bide qebûlkirin û bibe hikimdarê dewletê.

Kemal Kiliçdaroglu vê dawîyê behsa lihevhelalkirinê kir. Lê dîsa bi eşkereyî behsa Kurdan nekir. Tenê behsa Roboskî û hepsa Diyarbekirê kir. Xuyaye hîna jî newêre eşkere behsa Kurdan û lihevhelalkirina bi Kurdan re bike. Lihevhelalkirin çiye? Wê kî li kê helal bike ne zelal e.

Di dîroka xwe de Kurdan tucarî zilm û zor lê Tirkan nekiriye. Yên ku zilm û zor li Kurdan kirine Tirk û dewleta Tirk e, CHP û zagonên CHP ne. Kiliçdaroglû karîbû li şûna lihevhelalkirinê gotina lêborînê bi kar bîne, lê nekir. Gavagotina lêborînê bi kar banîya, wê ev gotin bihata wateya qebûlkirina hebûna Kurdan û pesendkirina zilm û zordarîya go li Kurdan hatiye kirin. Kiliçdaroglû ji ber vê yekê li şûnalêborînê lihevhelalkirin bi kar anî yan jî pê dan gotin da kumaf û zordarîya go heta îro li Kurdan hatiye kirin neyê rojevê. Heger ji ber ku dewletê û CHP zilm û zor li Kurdan kiriye Kiliçdaroglû helalîyê ji Kurdan dixwaze, bêguman divê Kurd jî xelefa helalkirinê ji CHP û Kiliçdaroglû bixwazin.

Xelefa lihevhelalkirina Kurd û Tirkan, yan Kurd û CHP çiye?

Heger birastî CHP û Kiliçdaroglû samîmî ne û dixwazin Kurd li wan helal bikin, di serî de divê hinek gavan bavêjin.

Wek:

1- Divê CHP di bernameya partîya xwe de hebûna Kurdan û mafê wan qebûl bike.

2- Divê CHP hewl bide her çar xalên ku di makzagona Tirkiyê û meclîsê de hebûna Kurdan înkar dikinbiguherîne (yek millet, yek al, yek ziman, yek dewlet).

3- Divê CHP bi fermî perwerdeya bi zimanê Kurdî qebûlbike û têxe merîyetê.

Û gelek tiştên din…

Li gor min mijara sereke ne lihevhelalkirina Kurd û Tirkane. Bi ya min, divê em Kurd zêdetir serê xwe bi “lihevhelalkirina Kurdan xwe bi xwe“ bêşînin. Ji lihevhelalkirina Kurd û Tirkan zêdetir, pêwistîya Kurdan bi lihevhelalkirina navxweyî heye. Çi partî û sazîyên Kurdan bin, çi êl û eşîr û malbatên Kurdan bin, bi giştî me Kurdan hevdu pir êşandiye. Ji ber vê, berî her tiştî em Kurd muhtacî lihevhelalkirinek navxweyî ne.

Bi lihevhelalkirinek nav xweyî emê karibin lêborîna xwe ji hev bixwazin, li hevhelal bikin, rûpelekî ku dijminatî û berberîya Kurdan tê de tunebe vekin. Incex bi vî rengî emê karibin doz û siyasetek saxlem bimeşînin, bawerîyê bidin hev û nekevin xefikênpartîyên dewletê.


Z.Brîndar

30.11.2021