Dana Gasê bersiva îdiayên rawestandina hilberînê da

Dîroka Weşanê :
Dana Gasê bersiva îdiayên rawestandina hilberînê da

PeyamaKurd- Kompaniya Dana Gasê nûçeyên ku digotin "Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ferman daye hilberîna gazê ya li Kormorê were rawestandin.” red kir.

Dana Gasê ragihand, nûçeyên ku dibêjin "Sûdanî xwestiye hilberîna gazê were sekinandin" bi temamî nerast in.

Malpera Al Monitorê ya Amerîkayê îdia kiribû ku Sûdanî ji Dana Gasê xwestiye hilberîna gazê rawestîne.

Dana Gasê li ser mijarê daxuyaniyek belav kir û ragihand, "Sûdanî bi eşkereyî xwestiye ku hilberîna gazê di demeke nêzîk de dest pê bike."

Berdevkê şirketê spasiya Sûdanî û xebatkarên Serokwezîriya Iraqê jî kir û kêfxweşiya xwe ji bo hewldanên rayedarên Bexdayê anî zimên.

Li gorî Dana Gasê, rayedar li ser rapora lêpirsînê û şopandina êrîşa ser tesîsê dixebitin.