Balafirekî Rûsyayê xwe danî balafirgeha Qamîşloyê

Dîroka Weşanê :
Balafirekî Rûsyayê xwe danî balafirgeha Qamîşloyê

PeyamaKurd – Piştî hilweşandina rejîma Baasê ya Beşar Esad balafirgeha Qamîşlo bo seferên balafiran nehatibû girtin lê îro li balafirgehê gelek tedbîran sitendin, helikopter dora balafirgehê kontrol kirin û paşî balafira Rûsyayê xwe danî balafirgeha Qamîşloyê.

Çûna balafira Rûsyayê bo Qamîşloyê seet di 15.13an de bû ku giha balafirgehê. Berya balafir xwe deyne, 2 helîkopterên Rûsyayê dora balafirgehê kontrol kirin.

Heya niha sedema çûna balafira Rûsyayê bo Qamîşlo kes nizane. Di balafirê de dîplomat hene an bi armanca leşkerî gihane Qamîşlo kes nizane.

Lê çend hefte berê, Rûsya gotibû eger qebûl bikin ew amadeye di navbera Şamê û HSDê de bibin navbeynkar.