PeyamaKurd – Di cîvîna navbera fermandarê HSDê Mazlûm Abdî û nûnerê taybet yê DYAyê Tom Barrack de, civînekî di asta bilind de li Erbîlê hat kirin. Hat gotin ku bo danîna pêwendiyan yên ji nûh de, di navbera HSDê û Şamê de, li ser çarçoveyekî li hev kirine.
Li gor Rûdawê; 2 kesên di asta bilind de ku di cîvînê de amade bûn, behsa naveroka civînê kirine û civînê bi erênî ragihandine û hem civîn li ser daxwaza terefê Amerîkayê hatiye kirin. Di civînê de, ji bo herêmên rêvebiriya xweser yên siyasî, leşkerî û îdarî axifîne.
Îdare û çavkaniyên stratejîk:
Li gor çavkaniyan; di çarçova lihevkirinê de, herêmên di bin destê rêvebiriya xweser de, wê bi fermî perçeyekî ji dewleta Sûriyê be lê dê Kurd, li van herêman xwediyê sozan bin.
Deriyên sînor, sehayên petrolê yên stratejik dê Şam birêve bibe lê bo kontrola van sektoran, di bin sîwana hukumetê de, wê xebatkarên Kurd bên bicîhkirin.
Bo entegrasyona leşkerî formula 3 tumenan (firqeyan):
Di hevdîtinê de mijareka herî hessas ya ku li serê axifîne, mijara 3 tumenên leşkerîne. Çavkaniyên ku agahiyan dane Rûdawê; gotine ku tevlîbûna artêşê ne tenê yek bi yek lê “bi hevre” entegrasyon bêkirin û pêşniyar kirine. HSD ji berê de vê daxwazê diparêze.
Li gor çarçoveya hatiye pêşniyar kirin; fermandariya HSDê wê ji sûbayên Kurd û ji 3 tumenan (firqeyan) be û bê organîzekirin. Bi vê hebûna xwe wê 3 tumen di bin fermandariya artêşa Sûriyê de be û hebûna xwe biparêze.
Temsîla siyasî û wezaretên Sûriyê:
Li gor çavkaniyên Kurdistana Rojava; behsa pêvajoya entegrasyonê kirine, ji bo HSD di asta bilind de di nav hukumetê de cîh bigre, HSD wê xwediyê pêşniyara wezaretan be ku di nav wan de wezareta bergiriya Sûriyê heye.
Nûnerê taybet yê Amerîkayê Tom Barrack ragihand ku ew pêvajoya entegrasyonê destek dikin. Barrack piştî li Erbîlê bi Mazlum Abdî û Îlham Ahmed re civiya; weha got:
“Îro em serbilindin ku bi Mazlum Abdî û Îlham Ahmed re me hevdîtin kir. DYA, desteka xwe ya xwurt ya bo entegrasyona di peymana 18.01.2026an de, dubare dike.
Li gor ragihandina Rûdawê; ew xwe gihandine wezareta karên derve ya Amerîkayê lê berdevkekî wezaretê gotiye:
“Em di derbarê hevdîtinên taybet de şiroveyan nakin.”
HSD an terefê hukumeta Şamê heya niha ti daxwuyanî nedane.
Çavkaniyekî Rojava gotiye ku mijarê weka şerê Kurd û Ereb dixwazin nîşan bidin lê di sehayê de rastî ev nîne. Kurd û Ereb li herêmê di salaye bi hevre dijî û Kurd di parastina mafên Ereban de gelek hesas in.