PeyamaKurd – Kompanyaya Bazirganiya Petrolê ya Iraqê (SOMO) ragihand ku di meha Cotmehê de hinardekirina petrolê zêde bûye. Bi giştî 110 milyon û 923 hezar bermîl petrol hatiye firotin ku dahata wê 7 milyar û 30 milyon dolar e.
Li gorî daxuyaniyê, dabeşbûna hinardekirinê wiha ye:
Besra: 104 milyon û 816 hezar bermîl (pişka herî mezin).
Herêma Kurdistanê (Bendera Ceyhanê): 5 milyon û 834 hezar bermîl.
Kerkûk (bo Urdinê): 272 hezar bermîl.