APIKUR: Em hêvî dikin bi serdana Erdogan re hinardeya petrolê ji nû ve dest pê bike

APIKUR: Em hêvî dikin bi serdana Erdogan re hinardeya petrolê ji nû ve dest pê bike

PeyamaKurd – Yekîtiya Sektora Petrolê li Kurdistanê (APIKUR) ragihand ku ew hêvî dikin serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Iraq û Kurdistanê, bibe sedema jinûve destpêkirina hinardeya petrola Kurdistanê.

Di daxuyaniya îro 23yê Nîsanê ya APIKUR de hatiye gotin, “Kompaniyên endamên APIKURê hêvî dikin, serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Iraq û Kurdistanê bibe sedem ku hinardeya petrolê ji ser Tirkiyeyê ve ji nû ve bê destpêkirin.”

Herwiha hatiye diyarkirin, “Hefteya borî lîderên Iraq, Tirkiye, Kurdistan û Amerîkayê girîngiya dewamkirina hinardeya petrolê bi rêya xeta borîya Iraq û Tirkiyê anîn ziman. Kompaniyên endam amade ne ku di çarçoveya berjewendiyên gelê Iraqê û hevkarên xwe de hinardeya petrolê berdewam bikin.”