Hewlêr û Bexda dest bi hevdîtinên hinardekirina petrolê dikin

Hewlêr û Bexda dest bi hevdîtinên hinardekirina petrolê dikin

PeyamaKurd - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civîna dawî ya Encûmena Wezîran de Serokwezîr Mesrur Barzanî Cîgirê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Kemal Mihemed Salih raspardiye ku bi Wezareta Petrola Iraqê, SOMO û şirketên petrolê yên herêmê re dest bi hevdîtinan bike.

Hate diyarkirin ku Hewlêr niha li benda bersiva Bexdayê ye û hîn diyar nebûye bê şanda Kurdistanê diçe Bexdayê yan jî ya hikûmeta Iraqê tê Hewlêrê.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wê di rojên pêş de, pêşketinên nû di warê hinardekirina petrola Kurdistanê de çêbibin.

Hêjayî gotinê ye, Parlamentoya Iraqê 2yê Sibatê sererastkirina yasaya budçeyê û mijara petrola Kurdistanê jî di nav de di dengdanê de pesend kiribû. Li gorî biryarê dê Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol bişîne Bexdayê lê ji bo hinardeya Petrola Kurdistanê bo derve hîn ti lihevkirinek çênebûye.

Ev nivîs 169 car hatiye xwendin.