‘Di navbera Tirkiye û Îranê de şerê çandî-netewî dest pê kiriye’

PeyamaKurd - Rojnameya Independent a Erebî têkiliyên navbera Tirkiye-Îranê di demên dawî da nirxand û bal kişand ser nakokiyên navbera herdu aliyan.
Nakokiyên Îran û Tirkiyê tenê ne siyasî û leşkerî ne
Rojnameyê diyar kiriye ku êdî nakokiyên wan ne tenê siyasî û leşkerî, herwiha çandî û neteweyî ne jî.
Hatiye bibîrxistin ku Tirkiye dixwaze para xwe ji Asyaya Navîn û Qefqasê bistîne. Ji bo wê jî hewl daye sembolên çandî û ronakbîrî wekî Celaledînê Rumî û Nîxamî El Gencoy wekî beşek ji kultûra Tirkî nîşan bide.
Hatiye gotin ku bi vî awayî jî nakokiyên çandî bi Tehranê re kûrtir bûn.
Siyaseta Trump Îran xistiye rewşeke xirab
Ronjmaeyê destnîşan kiriye ku ev geşedan û bûyer di demeke ku rewşa rejîma Îranê xerabe de, xwedî girîngiyekê ne ku di encama siyasetên serokê Amerîkayê Donald Trump de, guvaşeke mezin li ser Tehranê çêbûye.
Helwesta Tirkiyê rewşa Îranê dijwartir dike
Ji ber wê jî helwesta Tirkiyê ya bi li hemberî Tehranê rewşa rejîma Îranê hîn xerabtir û dijwartir dike.
Rojnameyê daye zanîn ku yan rejîma Îranê dê li hemberî van geşedanan bêdeng be û encamên wan qebûl bike, yan jî ew ê tundiyê bide meşandin.
Kurd û Azerî dibin hedefa rejîmê
Herwiha hatiye diyarkirin îhtimal heye Îranê tundiyê li hember muxalîfên rejîmê pêk bîne.
Li gorî nirxandinan, di van şert û mercan de, li Îranê bi taybet li herêmên Kurdî û Azerî egera destpêkirina şerê navxweyî heye.
Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.




