Hamas, cesedê Îsraîliyê di sala 2014an de dîl girtibû dît
PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên İzzeddin el-Kassam ragihand ku cesedê esîrê Îsraîlî yê bi navê Hadar Goldin ku di sala 2014an de dîl girtibû diye. Hamasê daxwuyaniya xwe di televizyona Qatarê di Al Jazeera de ragihand. Hat ragihandin ku cesedê wî li bajarê Refahê ye.
Rayedarekî Tûgayên İzzeddin el-Kassam di televîzyonê de daxwuyaniyê li ser cesedî da. Rayedar got ku dîlê navborî di wexta Operasyona Parastina Xetê de ew esîr girtine û cesedê wî li bajarê Refahêye. Hat gotin ku cesedê kesê navborî bi 6 cesedên Fîlîstîniyan re li wê derêye.
TV ya Al Jazeera bi dîmenan nîşan da ku heyetekî ji Xaça Sor û Hamasê ji bo li cesed bigere çûye bajarê Refahê û ketine tunela ku cesedê esîrê Îsraîlî lê ye.
Wê cesedê Goldin kengê teslîm bikin nehat ragihandin.
Kanal TV ya Îsraîlê ragihandibû eger cesedê Goldin teslîm bikin Îsraîlê, serokerkanê Îsraîlê Korgeneral Eyal Zamir pêşniyarê hukumetê kiriye ku 200 kesên Hamasê yên li bajarê Refahê asê mane dê bihêlin serbest herin.
Ev nivîs 25 car hatiye xwendin.