Şanda Kurdistanê beşdarî Forûma Cîhanî ya Veberhênanê dibe

Şanda Kurdistanê beşdarî Forûma Cîhanî ya Veberhênanê dibe

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê beşdarî Forûma Cîhanî ya Veberhênanê (WIF) bibe ku meha bê li Îmaratên Erebî tê lidarxistin.

Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şukrî ragihand, “Li demeke nêzîk çêkirina yekîneyên akincîbûnê ji bo hejaran li bajarên Kurdistanê tê destpêkirin” û got, “Meha bê em dê li Îmaratê tevlî Forûma Salane ya Veberhênanê ya Cîhanî bibin”.

Mihemed Şukrî ragihand, “Di heftiya duyem a meha bê de li Ebudabî em dê tevlî Forûma Salane ya Veberhênanê ya Cîhanî bibin, ku dezgehên fermî yên veberhênanê yên piraniya welatan tevlî wê dibin. Ev cara yekê ye ku Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî endameke Rêxistina Veberhênanê ya Cîhanî tevlî wê dîdarê dibe û rolê xwe tê de digêre”.

Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, “Gotara taybet a Desteya Veberhênanê dê di wê dîdarê de bê xwendin û saetekê jî dê derfet ji bo berçavkirina taybetmendiyên veberhênanê li Herêma Kurdistanê bê pêşkêşkirin”.