PeyamaKurd – Bajarê kevin yê Heskîfê (Hasankeyf) piştî piraniya bajêr di bin avê de ma ku tê de li dora 5 hezar şikeft hene û ji bilî wan, mizgeft, gor û sûk hene, ji wan şikeftan 10 şikeftên ku bi desta hatine çêkirin, bo geştiyar ziyaret bikin hatine nûhkirin, amadekirin û hem vekirin.
Dîroka şikeftan diçe berya zayîna Hz. Îsa bi 10 hezar salî. Parêzgerê Batmanê ragihand ku xebata wan bo tûrîzmê geştir bikin dewam dike.
Bajarê Heskîfê li ser rêya Çemê Dîcle hatiye avakirin û gelek medeniyetên kevin tê de jiyane. Bîzansî, Merwanî, Sasanî, Emewî, Hemdanî, Artûkî, Eyyûbî, Akkoyûnî, Safewî û heya Osmaniyan gelek medeniyet tê de jiyan e.
Parêzgerê Batmanê Ekrem Canalp di axaftina xwe de got ku ev tenê destpêke û ya herî zamhet jî ev bû. Piştî destpêkirine wê dewama xebata wan were û dê gelek ciyan nûh bikin û bixin xizmeta xelkê.
Parêzger rêjeyên salane yên seredana Heskîfê kirine da û got ku bende ne îsal 1 milyon kes seredsana Heskîfê bike.