PeyamaKurd – Hevserokê dezga darayî ya Rêvebiriya Xweser ya Rojava Ahmed Yusuf ragihand ku budça sala 2026an ya Rojava bi 1 milyar 577 milyon dolarî destnîşan kirine.
Ahmed Yusuf got ku piraniya budçê bo seha avahiyên bingehîn, perwerdê, tenduristiyê û pêşdebirina enerjiyê veqetandine.
Meclisa Gel ya Dempokratîk di 22 yê mehê de budça sala 2026an erê kiribû û wê di 01.01.2026an de destpêbike. Yusuf, weeha got:
“Her kanton dikare di plana xerckirina xwe rolekî mezin bileyîze û ji xerckirina û dahata xwe bibe berpirs. Wê kanton bi peydakirina çavkaniyên mirovî, xerckirinên mehane û destnîşankirina dahatan ya kantonan, wê ji aliyê kantonan de bêkirin.
Dahat, piraniya wê ji petrolêye û di peyde jî bacên gumrikê û bacên din hene. Dahata kantonan wê di sala bê de deynin ser dahata budçê. Ahmed Yusuf, dahatan weha ragihand:
Dahatên petrolê %75
Dahatên gumrikê %10
Dahatên bacê %3
Dahatên din: Ji xizmetên rêvebiriya xweser yên wekî elektrîk, fatûrayên avê û meclisên civakî yên edaletê.
Yusuf, her weha ragihand ku di sala bê de, niyeta wan nîne ku bacên zêde derxin an lê zêde bikin lê dilê wan heye ku mehaneyên xebatkarên dezgeyan zêde bikin.