50 erebe li hev ketin: 2 mirî û 26 birîndar

Dîroka Weşanê :
50 erebe li hev ketin: 2 mirî û 26 birîndar

PeyamaKurd – Li Japonyayê li eyaleta Gunmayê li ser rêya otoya Kan-etsuyê bi sedema rê cemed bû, 50 erebe li hev ketin. Di qezayê de 2 kes mirin û 26 kes birîndar bûn. Di qezayê de agir bi 20 erebeyan ket.

Di destpêka qezayê de 2 kamyon li hev ketin û paşî bû qezayekî zincîre. Ji bilî 2 miriyan ji 26 kesên birîndarin rewşa 5 kesan xedar e.

Jinber agir bi 20 erebeyan ket, îtfaiye karibû di 7,5 seetan de agir vemirîne û terefê rê yê qeza tê de qewimî bo çûn û hatê girtin.