Îranê 8 jinên Bahaî şandin zîndanê

Dîroka Weşanê :
Îranê 8 jinên Bahaî şandin zîndanê

PeyamaKurd – Li Îranê li bajarê Îsfahanê 8 jinên ko berê ceza dabûn wan û cezayê wan tesdîq bû ew şandin zîndana Dolatabadê ya Îsfahanê.

8 jinên Bahaî navên wan Şana Şoughifar, Negin Xademi, Neda Badaxş, Arezoo Sabhanian, Yeganeh Rouhbaxş, Mojgan Şahrezai, Parasto Hakim û Neda Emadi ne.

Hengawê ragihand ku Xademi (34), Şoughifar (27), Hakim (47), Şahrezai (32), Rouhbaxş (19), Sabhanian (48), Badakhsh (60) û Emadi (42), di 27.12.2025an de dadgeha şoreşê ya bajarê Îsfahanê bangî wan kiriye, derxistine dadgehê û dadgeh ew şandine zîndanê. Kardên wan yên telefonan jî bloke kirine.

Dadgehê her yek ji wan 10 sal û Emadî jî 5 sal ceza dabûnê. Her 8 jin di 23 Cotmeha 2023an de hêzên asayîşê ew girtibûn û paşî dadgehê bi kefalet ew serbest berdabûn.