Ahmed Şar’a seredana Vladimir Putin dike

Dîroka Weşanê :
Ahmed Şar’a seredana Vladimir Putin dike

PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Ahmed Şara roja 28.01.2026an li Moskovayê bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re dicive.

Koşka Kremlînê bi nivîskî daxwuyanî da û got ku wê serokê Rûsyayê Putin li Moskovayê bi Ahmed Şara re bicive. Di daxwuyaniyê de gotin ku wê li ser pêşdeçûnên li herêmê an ku Rojhilata Navîn şêwrê bikin û behsa pêwendiyên navbera Rûsya û Sûriyê bikin.

Putin û Şara di 15e Cotmeha 2025an de car din li Moskovayê piştî roxandina rejîma Esad civiyabûn.