Netenyahu: Eger Îran êrîş bike, em ê li Îranê bixin

Dîroka Weşanê :
Netenyahu: Eger Îran êrîş bike, em ê li Îranê bixin

PeyamaKurd – Herkes li benda biryara Trumpe bê di derbarê Îranê de wê çi biryarê bide lê daxwuyanekî ji serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu hat. Netenyahu got eger Îran êrîş bike wê li Îranê bixin.

Li ser têkçûna aboriya Îrane û kêmkirina bihayê perê Îranê li seranserê dinyayê, li seranserê Îranê xwepêşandan hatin kirin û di encamê de 3 hezar zêde kes mirin û ji 20 hezarî zêdetir kes hatin girtin.

Li aliyê dinê her weha serokê DYAyê Trump Îranê tehdîd dike û niha herkes meraq dike bê wê Trump li Îranê bixe na nexe. Li aliyekî jî Îsraîl Tehranê bi lêxistinê tehdîd dike.

Fermandarê CENTCOMê ragihandibû ku keştiya USS Abraham Lincoln (CVN 72) li Rojhilata Navîn bicîh kirine û wêneyên keştiyê belav kiribû.