Amerîka û Îran li ser sînorê şer in: Em ji bo hemû senaryoyan amade ne

Dîroka Weşanê :
Amerîka û Îran li ser sînorê şer in: Em ji bo hemû senaryoyan amade ne

PeyamaKurd – Rageşiya leşkerî ya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de gihîştiye asta herî bilind.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku artêşa wan amade ye her fermaneke Serok Donald Trump a derbarê Îranê de bi cih bîne.

Hegseth tekez kir ku Washington bi tu awayî dê rê nede ku Tehran bibe xwedî çekên nukleerî.

Li aliyê din, Artêşa Îranê bi peyamên tund bersiv da gefên Washingtonê. Berdevkê Artêşê, Tuggeneral Mihemed Akramînîa, hişyar kir ku hemû baregehên Amerîkî yên li herêmê di bin hedefa mûşek û dronên wan de ne.

Akramînîa destnîşan kir ku keştiyên balafirhilgir ên Amerîkayê li hemberî mûşekên hîpersonîk ên Îranê "bêparastin" in û her êrîşek dê bibe sedema şerekî mezin ku tevahiya Rojavayê Asyayê bigire nav xwe.

Di vê navberê de, Serfermandariya Îranê ferman da ku 1,000 dronên nû tev ki hêzên şer werin kirin, her çend Cîgirê Serokkomar Mihemed Reza Arif diyar kir ku ew hîn jî ji bo diyalogê amade ne, lê bi şertê ku "garantiyên navneteweyî" hebin.