Amerîka li İHA ya Îranê xist

Dîroka Weşanê :
Amerîka li İHA ya Îranê xist

PeyamaKurd – Hêzên Amerîkayê ragihand ku li Derya Ummanê İHA yekî aîdê Îranê ku nêzî hêzên wan bûye xistiye. İHA ber bi keştiya balafiran de diçû û lewra xistiye.

Fermandariya Hêzên Nevendê (CENTCOM) di daxwuyaniya xwe de got ku İHA yekî bi armanceka nediyar bi awayekî êrîşane nêzî keştiya USS Abraham Lincoln bûye û bi wê sedemê bi armanca xweparastinê ji aliyê balafirên F-35 yên DYA de hatiye xistin.

CENTCOMê got ku di wexta rûdanê de xebatkarên DYAyê û ekîpmanên wê zerarê nedîne. Berdevkê CENTCOMê Tim Hawkins got:

“Balafira F-35 ya ku ji keştiya Abraham Lincoln bi hewa ket, bi armanca xwe biparêze, bergiriya keştiyê û xebatkaran bike, İHA yekî Îranê xist.”