Peyama hevpar ya ji asayîşa Qamîşlo û wezareta karên hundir ya Sûriyê

Dîroka Weşanê :
Peyama hevpar ya ji asayîşa Qamîşlo û wezareta karên hundir ya Sûriyê

PeyamaKurd – Piştî lihevkirina HSDê û Şamê, heyetekî ji wezareta karên hundir ya Sûriyê giha bajarê Qamîşlo. Piştî hevdîtina her dû heyetan, derketin ber kamerayan û peyama hevkariyê û yekîtiyê dan.

Yekîneyên asayîşa wezareta navxwe, seet di 17.00an de çûn bajarê Qamîşlo. Di konwoyê de li dora 100 kesan hebûn û bo leystikekî nebe, rêvebiriya xweser derketina derve qerdexe kir lê tevî qedexeyê jî gelek kes derketin kolanan.

Serokê heyeta asayîşa hundir yê ji aliyê Şamê de hat tayînkirin bo Hasekiyê Merwan Al-Ali û berdevkê wezareta karên navxwe li Qamîşlo hatin cem hev.

Endama asayîşa giştî ya Rojava Halime Mahmud Ebubekir behsa girîngiya lihevkirinê ya di biratiya milletan de kir û got:

“Em li ser navê fermandariya Rojava dilxweşiya xwe bo peymana navbera Şamê û HSDê dikin. Em parastvanên aştiyêne, ne yê şer in. Em amade ne xalên peymanê bicîh bînin. Em bi riha jinên têkoşer, pêngava bo azadî û şerefê hatiye avêtin destek dikin. Bi rêbaza jin, jiyan, axadî, baweriyê bi dahatûya Sûriyê ya ji pêkhateyan bi bawerin.”

Ji asayîşê Siyamend Efrini behsa zemîna îdarî û teknîkî ya entegrasyonê kir. Efrînî got:

“Me dest bicîhanîna çarçova siyasî ya navbera Şamê û HSDê di sehayê de kir. Hêzên asayîşê do li Hasekiyê û îro li Qamîşlo amade bûn. Armanca me entegrasyona ast bi ast ya hêzên navxwe ku di nav wezareta karên hundir de bibin. Heya niha, pêvajo bi koordîne û bê pirsgirêk dewam dike.

Em ê parastina destkeftiyên xwe bikin, bi serpereştiya jinan ya di civakê de bo li seranserê Sûriyê belav bikin û mîrasekî asayîşa hevpar biafirînin, em dixebitin. Hûzûra xelkê me bo me esas e.”

Berdevkê wezareta karên hundir yê Sûriyê Nureddîn Al Baba, bi sedema mêvanperweriya ku li Qamîşlo dîne, sipasiyê kir û behsa aştiya civakî û geşepêdanê kir. Nureddin el-Baba got:

“Ez li ser navê wezareta karên hundir bi tûxgeneral Merwan el-Ali û fermandarên pêwendîdar re, bi hevre li Qamîşlo ne. Nezaketa pêşwaziya hêzên asayîşê ciyê serbilindiyê ye. Îro xelkê Sûriyê biser ketiye. Gotinên nefretê, cudakarî û dilşikestinên berê divê em deynin rexekî û em mecbûrin Sûriyê ava bikin. Ev welat bi Ereb, Kurd, Turkmen û Suryaniyan ve muhtacê temamê ewladaye.

Wezîfa me ya yekem avakirina baweriya di navbera temamê civakê de ye. Hasekî û Qamîşlo êdî ne tenê bajarên ku ewlehî di wan de heye lê wê bibe dilê aboriyê, îmarê û medeniyetê. Xalên peymanê yên mayî em ê bi heman ciddiyetê dewam bikin û bicîh bikin.”